BANGA ALÎKARIYÊ JI BO MEXDÛRÊN LEHÎYÊ YÊN LI ÇEMÇEMAL, GERMIYAN Û KELARÊ

Di nava çend rojên borî de li gelek deverên Başûrê Kurdistanê ji ber barana zêde û lehiyên rabûyîn, zerer û ziyanên canî û madî bi welatiyan ket. Di encama lehiyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Lehîyê herî zêde li Çemçemal, Germiyan û Kelarê  ziyana mezin da welatîyan. Li van deveran gelek zêde mal û dikan di bin avê de man. Xelkên li van navçeyên lehî rabubû di bin rewşeke xeter de ne û ji bo hemû pêdivîyên jiyanê benda alîkariyê ne.

Wek saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê, ji kêliya pêşî ya lehîyê em ketin nava tevgerê. Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdurên lehîyê alîkariya madî berhev dike û wê li cih pêwistiyên gel pêk bîne.

Li ser vî esasî banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan ew e ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bighînin malbatên mexdûr.

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

Armanc: Mexdurên Lehîya li Çemçemalê

(Ji kerema xwe not bikin: Ji ber fermana ADDê, em niha nikarin alîkariyên ji eyaleta Rheinland-Pfalz qebûl bikin.)

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Paypal: heyvasorakurdistan@gmail.com

paypal.me/heyvasorakurdistane

Scroll to Top