
Derbarê me de
Ji 1993an vir ve, bê cudahî, li kêleka mirovên hewcedar.
1993 · Bochum
Çîroka me
Heyva Sor a Kurdistanê; di sala 1993’an de, li Almanya li bajarê Bochum’ê hatîye damezrandin.1993’an hat damezrandin û ji wê rojê ve hewl daye li gorî prensîbên alîkariyê yên
gerdûnî tevbigere.
Heyva Sor a Kurdistanê; beyî ku cûdahiyê bixe nava, netew, çîn û fikrê mirovan, li ser hîmê prensîba hezkirina mirovahiyê destê alîkariyê dirêjî kesên muhtaç kiriye.
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya van xebatên xwe de, her xwestiye di navabera mirovan de dostanî û xweşbîniyên pêş bixe. Ya herî girîng jî ew e ku saziya me di rewşên şer de bi ti awayî nebûya alîgir.

Armanca Me
Armanca avabûna Heyva Sor a Kurdistanê, di despêkê de gelê Kurd û duv re li hemû cîhanê, li goreyê hewcedariyê;
- Herêmên lê şer heye û yên di bin bandore şer de ye
- Li herêmên kerasetan
- Li welat û herêmên xizanî lê heye, xebatên xwe, li gorî prensîbên alîkariyê yên gerdûnî dide meşandin.
Pîvanên Me
Heyva Sor a Kurdistanê, tevahî xebatên xwe li ser bingeha bi hişyarî û zelalî, ji xwe re prensip dibîne. Bi berpirsîyariyek xurt tevdigere, ji bo ku alîkarîya hatîye berhevkirin bigihîne cihê hewcedar. Ji bo pirsgirêkên mirovên me yên mexdûr were çareser kirin, ev pîvana ku her aliyê civakê beşdarî vê xizmetê bike pir girîng dibîne.




Prensibên Me Yên Xebatê
Bibe pir, di nava hewcedarên alîkariyê û xêrxwazên alîkariyê de.
Bê cudakarî alîkariyê bike.
Ji bo em bigihên armancên xwe, divê em xwedî têgîna jêhatî bûyîna bi hevalbendî bin.
Karê ku kete ser milê me, em hildin û pêşengtiyê jê re bikin.
Di têkiliyên xwe de, em hewl bidin ku nebin asteng, bibin destek.
Em, heta dawiyê şopdarên alîkariyê ku em dikin bin.
Em, di karê xwe de, hevgirtina bi dil, ji xwe re dikin bingeh.
Em, ji bo pîvanên xwe ne bi hêviya tiştekî ne.
Em, xwedî pîvanên wisa bingehîn in ku, em hemû xebata xwe li ser projeyan dimeşînin.
