Kampanyaya Qurbanê

Qurban, parvekirina êş û kedera kesên xizan û mexdûr e.

Qurban; bawerî, biratî û geşkirina dilê zarokên li benda alîkariyê ye.

Heyva Sor a Kurdistanê îsal tevahiya alîkariyên Qurbanê wê ji mexdûrên şer, kesên xizan û mexdûrên kerasetên xwezayî yên li gelek deverên Kurdistanê re bişîne.

Ji bîr nekin, îro bi milyonan mexdûrên şer û xizan yên li gelek deverên Kurdistanê benda alîkariyên we ne.

Hûn dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê qurbanên xwe bigihînin kesên xizan û dilê wan geş bikin.

(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)