BANGA ALÎKARIYÊ JI BO KOÇBERÊN LUBNANÊ

BI HEZARAN KESÊN JI BER ŞER REVIYAN E LI BENDA ALÎKARIYÊ NE!

Ji 7’ê Cotmeha sala 2023’an ve şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de rê li ber kuştina bêtirî 42 hezar kesî vekir. Ne tenê kuştin, ji ber wêraniyê bi sed hezaran mirov jî ji cih û warên xwe bûn.

Di rewşeke wiha de ku mirovahî hewl dide birînên vî şerê derman bike, şerê di navbera Lubnan û Îsraîlê de li vê karesetê zêde bû. Ew jî mîna Gazayê, herî zêde dibe sedem ku zerara herî mezin li xelkê sivîl were.
Weke tê zanîn ku ji ber şer û aloziya ku 13 sal in li Sûrî dewam dike, ji vî welatî bi deh hezaran kes berê xwe dabûn Lubnanê. Di nava wan de jî beşeke mezin ji gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê heye.

Ji rojên pêşî yên aloziya Îsraîl û Hîzbullahê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ket nava hewldanan da ku welatiyên Sûrî yên penaber ji bandora şer xelas bike. Bi vê armancê hem Rêveberiya Xweser di nava demeke kurt de amadekariyên pêşî yên pêşwazîkirinê temam kirin. Li ser banga rêveberiyê ji 29’ê Îlonê ve bêtirî 13 hezar mirov ji deriyên Tebqa û Minbicê derbasî herêmê bûn.

Saziya Alîkariya Mirovî ya Rojava, Heyva Sor a Kurd ji bo pêwîstiyên welatiyan bicih bîne, kampanyeke lezgîn a alîkariyê ragihand. Ji bo bi hezaran kesên ji ber şerê Îsraîl û Hîzbullahê reviyan e li deverên ewle werin bicihkirin û pêdiviyên wan ên jiyanî werin peydakirin, Kampanya Heyva Sor a Kurd pir girîng e.

Ji ber vê çendê em jî weke Heyva Sor a Kurdistanê xwe hevkarê vê kampanyayê yê dibînin. Netew, ola û baweriya wan çi dibe bila bibe, xwedîderketina li mexdûrên şer erka exlaqî û mirovî ye.
Heyva Sor a Kurdistanê ê li seranserê welatên Ewrûpa, Skandînavya û Japan xebatên berhevkirina alîkariya madî bi tevî saziyên hevkar wê birêve bibe.

Bi vê bîr û baweriyê Heyva Sor a Kurdistanê bang li sazî û xêrxwzên li derveyî welat dike da ku beşdarî Kampanya Heyva Sor a Kurd bibin. Her çi mirov û saziyên ku dixwazin destê alîkariyê dirêjî penaberên Kurd û Sûrî yên ji Lubnanê reviyan bikin, dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe bighînin kesên muhtac.

HEYVA SOR A KURDISTANÊ

Armanca alîkari şandinê: Koçberên Lubnanê

(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)


Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Paypal: heyvasorakurdistan@gmail.com

paypal.me/heyvasorakurdistane