PROJEYA TENDURISTIYÊ

Di zagona bingehîn a Saziya Tenduristiya Cîhanê(DSÖ) de, dibêje “tenduristî, bi tenê nebûna nexweşî an jî seqetiyê nîne, saxiya hemû laş a giyanî û civakî ye”. Tê wateya, divê, kes, tenê bi saxîtî ya rind a biyolojîkî ne, bi psikolojikî jî rihet û xwedî huzur be, hingê ewê di nava civakê de weke mirovekî rêzdar û tenduristiya wî baş were qebûl kirin. Xizmeta tenduristiyê jî, xebata komple ya hemû bi hev re ya ji bo parastina tenduristiya kesan û civakan, derman kirina nexweşan, alîkariya bi seqetan ra ya ji bo bêyî ku bi kesî ve girêdayî bimîne bi serê xwe bikaribe bijî û xebata bi armanca bilind kirina asta tenduristiya civakê ye. Û her weha li goreyî Belavoka Alma-Ata ya sala 1978’an jî, ev mijar wisa tê şîrovekirin: “Xizmeta tenduristiyê, mafekî ji dayikbûnê ve hatiye bi destxistin, divê bi têgîna edaleta civakî, wekhev, di civakê de li herkesî were parvekirin.Di heman demê de, li goreyî vê belavokê, binpêkirina mafên mirovan weke sucdariyê tê nirxandin. Li şûna ku dewlet, ji bo jiyanek ji mafên mirovan ra rêzdar û aram misoger bike, berovajî, dewletên mijokdar û dagirker, li erdnîgariya Kurdan mafên mirovan xistine bin piyan. Zerar û ziyana mezin dane eko-sistema erdnîgariya delal a welatê me, gelek gund û daristan şewitandin e, cih û war hatine xera kirin, asarên çand-dîrokî û zeviyên hêja yên bi xêr û bêr, bi projeyên bendavan xistin binê avê. Bermayiyên jahrî li Kurdistanê çal dikin. Evan kiryariyên dewletan, giha û dar û hewaya erdnigariya Kurdistanê jî guherandiye, buye sedemê bêhemahengiyê. Ev jî, yekser tenduristiya gelê me xera dike.

Basic project tasks

Peywirên bingehîn ên projeyê: Parastina tendurustiya gel û tedbîrgirtina ji bo xeterên li ser tendurustiya gel, alîkarî kirina bi lez a tibî ji bo her cûre qeda û afetên xwezayî, şewat, teqîn, erdhej û birindarî, li goreyî pêdiviyê van kesan bigihêne saziyên tenduristiyê yên herî nêz. Ji xwe re peywir dibîne ku, ji bo di tevgêrên civakî de, weke kongre, mitîng û tevgêrên sportif de pirsgrêkên tenduristî dernekeve, tedbîran bigre û eger pêwîstî jî derket, bi xwe an jî bi sazî û dezgehên hempîşe re bi hev karî xizmetê tibî yê bi lez bike.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *