KAMPANYAYA REMEZANÊ

FITRE Û ZIKATÊN XWE JI BO KESÊN HEWCEDAR LI KURDISTANÊ BIŞÎNIN!

Welatiyên hêja,

Bi hatina meha pîroz a Remezanê, erk e li ser her kesê bawermend ku mirovên hewcedar bîne bîra xwe. Lewma dirêjkirina destê alîkariyê ji bo wan, erka me a mirovî, wijdanî û exlaqî ye.

Weke tê zanîn; li Kurdistanê bi sed hezaran kes ji ber êriş, cihêkariyê û karesatên xwezayî  ji cih û warên xwe bûne û di nava şertên giran de hewl didin debara xwe a jiyanî bikin. Bi taybet kesên mexdûr û bê kar.

Ji bo em hêvî û bendewariya mirovên muhtac bicih bînin, Birînên malwêraniyê derman bikin, û nehêlin mirovên me bibin mehkûme vê rewşa kambax.

Werin em dest bidin hev û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê , Fitre û Zikatên xwe bighînin kesên hewcedar li Kurdistanê.

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

paypal.me/heyvasorakurdistane