Kampanyaya alîkariyê ya ku Heyva Sor a Kurdistanê berê ji bo taxên Şêx Meqsud û Eşrefîye yên Helebê dabû destpêkirin, ji ber geşedanên dawî yên li Rojava, niha dê wekî seferberiyek giştî ji bo tevahiya Rojava were meşandin.
Ji 6ê Çile ve, êrîşên giran yên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê li ser taxên Kurdan li Helebê dabû destpêkirin bi rojane Tebqa, Reqa, Dêra Zorê û Tişrînê jî di nav de niha hema hema tevahiya Rojava û Bakur/Rojhilatê Sûriyê belavbû.
Ji roja yekem ve, bi sedan sivîl, di nav de jin, zarok û kal û pîr, hatine kuştin. Bi hezaran birîndar bûn. Wekî din, di van rojên zivistanê yên dijwar de, sed hezaran zarok, jin û kal û pîr ji cih û warên xwe hatine derxistin û neçar mane ku li ser rêyên koçberiyê xwe bighinîn cîhekî ewle.
Êrîşên ku bi tank, yekîneyên topan û her cûre çekên giran têne kirin, binpêkirinek rasterast a qanûna mirovî ya navneteweyî ne. Niha, jiyan û rûmeta bi sed hezaran Kurdan di bin gefê de ye. Komên cîhadîst ên êrîşkar bi bêrehmî saziyên giştî, nexweşxane û malên welatiyan bi top û bombeyan hedef digirin.
Ji ber van êrîşan, kêmbûna derman, xwarin, av û elektrîkê di asta herî bilind de ye.
Ji bo bersivdayîna vê rewşa mirovî ya dijwar, Heyva Sor a Kurdistanê, bi hevkariya rêxistinên hevkar ên li gelek welatên Ewropî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji bo gelê me yê li Rojava Kampanyaya Alîkariya Lezgîn dest pê dike. Bi piştgiriya gelê me yê li dîasporayê û xêrxwazan, alîkariya ku di vê kampanyayê de tê berhevkirin dê ji Heyva Sor a Kurd re were şandin, ku xebatên alîkariya mirovî li Rojava dike û xizmetên tenduristiyê peyda dike, û dê ji bo pêdiviyên mirovên me yên koçber were bikar anîn. Em bang li hemû mirovên xwedî wijdan, bi taybetî Kurdên li dîasporayê dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin.
Ji bîr mekin, her bexşek ku îro tê kirin dikare jiyanek li Rojava rizgar bike. Her bexşek dê ji bo deh hezaran zarokan bibe çavkaniya hêviyê.
Dem dema ji bo Rojava alîkarî û tevgerê ye.
19.01.2026
Heyva Sor a Kurdistanê
Armanca alîkariyê: ROJAVA
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike.)

