Bi rojane komên çekdar ên girêdayî hukûmeta Sûrî li dijî taxên Kurdan ên bajarê Helebê êrişên giran pêk tînin. Di van êrişan de bi sed hezaran Kurdên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dibin armanca êrişên hovane. Ji roja pêşî ve, jin zarok û mirovên bi temen jî di nav de bi deha sivîl hatin kuştin. Bi sedan birîndar bûn. Her wekî din di van rojên zor û zehmet ên zivistanê de bi deh hezaran zarok, jin, pîr û kal ji cih û warên xwe bûn û bê xwarin, bê vexwarin di nava sûr û seqemê de rewşeke pir xeter jiyan dikin.
Êrişên bi tank, top û her cûre çekên giran pêk tên yekser binpêkirina huqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Di van kêliyan de mafê jiyanê û rûmeta bi sed hezaran Kurdî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di bin gefa kuştinê de ye. Komên cîhadîst ên êrîşî taxên Kurdan dikin, bê serûber saziyên xizmeta sivîl, nexweşxane û malên welatiyan didin ber top û bombeyan. Bi taybet ji ber êrişên li dijî Nexweşxaneya Xalid Fecir, bi dehan birîndar nayên dermankirin.
Ji ber van êrişan, pirsgirêkên derman, xwarin, av û elektirîkê di asta herî jor de ne.
Li hemberî vê rewşa kambax a mirovî Heyva Sor a Kurdistanê bi tevî saziyên hevkar yên li gelek welatên Ewrûpayê û her wiha li Amerîkayê ji bo Kurdên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest bi Kampanya Alîkariya Lezgîn dike. Bi desteka gelê me ê li dîsaporayê, wê alîkariya ku di encama kampanyayê de were berhevkirin, bi awayekî lezgîn ji bo Kurdên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê were şandin.
Di serî de Kurdên li dîsaporayê, her çi kesê xwedî wijdan banga me ji bo wan ew e ku beşdarî vê kampanyayê bibin. Ji bîr nekin, her alîkariya ku were dayîn dibe ku îro canekî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rizgar bike. Wê her alîkariya were dayîn bibe sedem ku hêviya jiyanê bi deh hezaran zarokî zêdetir bibe.
Hedefgirtina sivîlan sûcê şer e.
Nabe ku li hemberî vî sûcî mirovahî bêdeng bimîne.
Ji bo Kurdên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, dema alîkarî û xîretiyê ye.
HEYVA SOR A KURDISTANÊ
10.01.2026
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike.)
