ALİKARÎYA LEZGÎN JI BO ROJAVA!

Alikarîya mirovî ji bo mexdurên êrişên tirkiyê û komên tûndrew

27’ê Mijdara 2024’an komên tûndrew bi desteka dewleta Tirk êrişî yek ji bajarên mezin ên Sûrî Helebê kirin.

Dewleta Tirk ku sala 2018’an bajarê Kurdan Efrîn dagir kiribû û sedhezaran Kurdên Efrînê koşberî hêreme Şehbayê kiribû, ji aloziyên heyî xwest sûdê bigre û plana xwe a qirkirina Kurdên Rojava temam bike.

Di rewşeke wiha a xeternak de, Rêveberiya Xweser a Rojava bi awayekî lezgîn biryar da ku gelê li Şehbayê yê ji ber dorpêça leşkerên Tirk û komên tûndrew asê mayî, veguhezîne deverên bi ewle.

Ev biryar her çendî rê li pêş pêleke mezin a koçberiyê veke jî, di heman demê de hewldana qirkirina bi deh hezaran kesî asteng kir. Bê goman ev pêvajoya bi êş wê bibe sedema gelek azaran, lewma di van şertên dijwar ên zivistanê de wê bi deh hezaran zarok, jin, pîr û kal ji cih û warên xwe bibin.

Saziya me ya alikariyê ya li Rojava Heyva Sor a Kurd ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan, bicihkirina wan li cihên ewle û pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê xebatên xwe didomîne.

Ji ber van sedeman, em weke Heyva Sor a Kurdistanê bi awayekî lezgîn bang li mirovahiyê dikin ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî xelkê Rojava bikin.

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

Armanca Alîkariyê: Rojava

(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike.)

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.

Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Paypal : heyvasorakurdistan@gmail.com