|
Heyva Sor: Jı bo komkujıya lı Şengalê banga alikarî |
|
|
|
DAXUYANÎ
Buyera ku 14 ye Tebaxê 2007 de ku li Başurê Kurdistanê li Şengalê gundên Xidir û Tel Ezer uûli bajaroka Kahtaniye bi destê hezên tarî û teroristan li dijî Kurdên Êzidî komkujiye ke hate li darxistin. Di vê komkujiye de bêtirê 500 Kurd hatin qetilkirin û dîsa bêtirê 400 Kurd jî brîndarbûn.
Em weke Heyva Sor a Kurdistan em ve komkujiye şermezar dikin û dibêjin bila sere gelê Kurd saxbe, her wiha em sersaxiyê ji malbaten kuştiyan re ji dixwazin û ji birindaran ji şîfa dixwazin.
Em weke Heyva Sor a Kurdistan ji bo alîkariye ji bo gelê me li herema Şengalê re amade ne û daxwaziya me ji gele me u însaniyetê ji bo ve qetlîama li diji însaneyete alîkariyê dixwazin. Ên ku bixwaze alîkariyê bike di rêya Heyva Sor a Kurdistanê de dikare alikariye xwe bighêjînin mexduran. Ji bo alikariyê kontoya bankê ya Heyva Sor a Kurdistanê:
Sparkasse Neuwied Konto: 186098 BLZ: 574 501 20 Ji bo dervey Almanya IBAN: DE62 5745 0120 0000 1860 98 SWIFT BIC: MALADE51NWD Têbinî: Ên ku bixwaze bi dest alikari bigihijine Heyva Sor a Kurdistanê li hemu herema xwe dikarin bigihijinin xebatkaren Heyva Sor a Kurdistanê. Navnişan: Lindenstr. 85 40233 Düsseldorf Tel: 0049 211 239 63 92 Fax. 0049 211 167 888 1 |