Kurdî
Mal
Li ser me
Daxuyanî
Nûçe
Projeyên Me
Rapora Sala 2005
Bibe endam
Alîkari
Photo Gallery
Têkilî
Türkçe
Açıklamalar
Alîkarî
Ji raya gi?tî re
Alîkarî

Heyva Sor a Kurdistan 

Sparkasse Neuwied
Kontonummer: 186098
BLZ: 574 501 20

Bibe endam
Mitgliedsantrag
Alk. Doç. Denîz Yukseker: Leşker û cerdevan gundan dişewîtînin Bide Çapê E-peyam
ZEKÎ TEKÎN

STENBOL (DÎHA) - Hîndekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Koç Alk. Doç. Denîz Yukseker têkildarî pevçûnên li Herêmê didomin anî ziman ku ji ber vê yekê cardin îhtîmala koçberiya neçarî heye. Yukseker got ku domkirina pevçûna bandorek neyînî li ser vegera gundan dike û ger wisa bidome dê ev rewş kambaxtir bibe.
Hîndekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Koç Alk. Doç. Denîz Yukseker ku bi lêkolînên xwe yên li ser koçberiya neçarî û penaberên afrîqî tê nasîn, der barê pevûnên li Herêmê dom dikin û bondora wan a li ser vegera gundan, koçberiya neçarî de agahî dan DÎHA'yê. Yukseker destnîşan kir ku mirovên ji ber Rewşa Awarte (OHAL) bi naçerî koçkirîn, piştî li Herêmê pevçûnan cardin destpêkir, hêviyên wan ên vegerê têk çûn. Yukseker daxuyaniyan ku ligel di dest wan de hejmarek zelal tune ye jî, di navbera salên 1987 û 1999'an de li derdora milyonekê mirov koçber bû. Yukseker da zanîn ku ji ber destpêkirina pevçûnan dibe koçberî cardin dest pê bike û yên difikirîn vegerên gundên xwe jî biryar biguherin.

'Li Tirkiyeyê milyonek mirov mexdûrê koça neçarî ye'

Der barê koçberiya neçarî de Yukseker diyar kir ku ev têgih tenê koçberiya di nav welat de nahundirîne û di heman demê de 'hewî û penaberan' jî digire nav xwe. Yukseker wiha axivî: "Penaber û hewî (siğınmacı) li dijî daxwaza mirovan pêk tê û ji ber vê yekê ev jî dikeve nav koçberiya neçarî. Ev pirsgirêk li tevahiya cîhanê hene. Li tevahiya cîhanê 9 milyon hewî heye. Her wiha 25 milyon mirov jî mexdûrên koçberiya neçarî ya di nav sînorên welatan de heye. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên hikûmetê 360 hezar mirovên mexdûrên koça neçarî heye. Bes rêxistinên sivîl ên civakî jî vê hejmarê wekî 3-4 milyonan bilêv dikin. Di vî warî de hejmarek zelal tune ye lê li Tirkiyeyê hebûna 5 hezar hewî, milyonek koçberên koberiya neçarî tê texmînkirin."

'Leşker û cerdevan gundan dişewitînin'

Yukseker bi bîr xist ku piştî destpêkirina OHAL'ê koçberiya neçarî li Herêmê daye destpêkirin û der barê mijarê de ev agahî dan: "Bi vê zagonê bi hinceta 'ewlehiyê' rayeya guherandina cihê mirovan, koçberkirina neçarî dide waliyan. Bes ev zagon jî bi tevahî nehate bikar anîn. Kesên ji cihên wan hatîn derxistin, diviya ji hêla dewletê ve li cihek din bihata cihkirin lê gundî tenê ji gundên wan hatin derxistin. Aliyê bi cihkirina gundiyan ê zagonê nehate bikar anîn. Li îro jî ev yek nayê kirin. Di komîsyona TBMM'yê ya 1998'an de jî tê destnîşankirin ku gund derzagonî hatine valakirin. Ji xwe bi kesên em pêre diaxivîn ên koçber jî digotin leşker û gundiyan warên wan şewitan dîne."

'Pevçûn bidomin dê cardin koçberiya neçarî dest pê bike'

Li ser destpêkirina pevçûnan Yukseker balkişand ser dubarebûna koçberiya neçarî û da zanîn ku pevçûn dom bike dê cardin koçberiya neçarî dom bike û kesên dixwestin vegerin jî nikarin vegerin. Yukseker wiha pêde çû: "Mirov nikarin li cihek tehlîkeyî bijîn. Ne rast e ku mirov koçberiya neçarî tenê wekî valakirina gundan bifikire. Koçberiya neçarî tê wateya, 'mivor ji ber ewlehiya canê xwe ji deverên pevçûn lê heyî bireve'.

Mînak di dema pevçûnan de daristanên ji bo gundiyan çavkaniya debarê tên şewitandin.

Cardin derketina zozanan tê qedexekirin. Gundî nikarin sewalên xwe biçerînin. Mirovên li navçeyan dijîn jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. Pevçûn wiha dom bike dê cardin koçberiya neçarî dest pê bike."

 
< Ya Borî