PROJEYÊN ME

1-PROJEYA ALÎKARÎYA ZAROKAN


Li her devera cîhanê ji ber şer, herî zêde zerar li zarokan tê kirin.

Bi armaca dermankirina birînên zarokên ku bûne mexdûrên şer û bê xwedî mane, Heyva Sor a Kurdistanê ji roja hatiye avakirin, destê alîkariyê dirêj dike. Li gorî pêwîstiyên vê projeyê, heta zarok mezin bibin û bibin xwedî hêza xwe debarekirinê, alîkariya bi wan re dewam dike.

Li gorî Rapora Fona Alîkariya bo Zarokan re a Neteweyên Yekbûyî-UNICEF’ ji 4’an yek zarokên li cîhanê bûne mexdûrên şer û aloziyan. Li welatên xwedî alozî 535 mîlyon zarok ji xizmetên jiyanî û tendirûstiyê bê par mane. Li gorî lêkolînên UNICEF û rêxistinên civaka sivîl bêtirî 140 mîlyon zarok ji ber şer û afetên xwezayî bê malbat mane. Ev zarok weke bê wedî û sêwî jiyana xwe dewam dikin.

Li Kurdistanê jî, ji ber şer û êrişan, bi deh hezaran zarok sêwî mane.

Di çarçoveya projeya zarokan de, ji bo 800 zarokên li  Kurdistanê yên bûne mexdûrê şer û êrişan, alikariya madî tê şandin.

2-PROJEYA MALBATÊN XWIŞK Û BIRA

Yek ji xebatên girîng ên Heyva Sor a Kurdistanê, projeya Malbatên Xwişk û Bira ye. Armanc ji vê projeyê bicihanina pêwsîtiyên malbatên mexdûr û desteka psîkolojîk e. Bi vê projeyê de di navbera malbatên bê kes û malbatên alîkar de, pêwendiya xwişk û biratiyê hat pêşxistin û alîkarî hat kirin.
Ev proje bi armanca piştgiriya madî û mirovî ji bo mexdûrên şer e. Proje ligel desteka madî di bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê de piştgiriya mirovî jî esas digire.
Destekdayîna malbat û zarokên ku bûne mexdûrên şer, dê û bavê wan jiyana xwe ji dest dane, armanca bingehîn a vê projeya demdirêj e.

Hûn jî dikarin beşdarî vê projeyê bibin, bi malbatekê re bibin xwişk û bira û li wan xwedî derkevin.

Ji bo beşdariya vê projeyê şert û mercên wê wiha ne:
•Alîkariya madî divê herî hindik 150 Euro be. Malbatên rewşa wan ne guncan, dikarin bibin yek û bi hev re vê alîkariyê bikin. Ev alîkarî pêwîste herî hindik salekê bidome. Yên bixwazin jî dikarin piştî salekê jî berdewam bikin.
•Divê hûn bi destê xwe alîkariya xwe bişînin. Ji bo yên ev derfetên wan kêm in, Heyva Sor a Kurdistanê destekê dide.
•Ji bilî alîkariya madî, her wiha pêwîst e bi malbatên mexdûr re têkiliya mirovî were pêşxistin, bi wan re hevdîtin werin kirin û derfet hebe ev malbat werin ziyaretkirin.

3- PROJEYA TENDURISTIYÊ

 Di zagona bingehîn a Saziya Tenduristiya Cîhanê(DSÖ) de, dibêje “tenduristî, bi tenê nebûna nexweşî an jî seqetiyê nîne, saxiya hemû laş a giyanî û civakî ye”. Tê wateya, divê, kes, tenê bi saxîtî ya rind a biyolojîkî ne, bi psikolojikî jî rihet û xwedî huzur be, hingê ewê di nava civakê de weke mirovekî rêzdar û tenduristiya wî baş were qebûl kirin. Xizmeta tenduristiyê jî, xebata komple ya hemû bi hev re ya ji bo parastina tenduristiya kesan û civakan, derman kirina nexweşan, alîkariya bi seqetan ra ya ji bo bêyî ku bi kesî ve girêdayî bimîne bi serê xwe bikaribe bijî û xebata bi armanca bilind kirina asta tenduristiya civakê ye. Û her weha li goreyî Belavoka AlmaAta ya sala 1978’an jî, ev mijar wisa tê şîrovekirin: “Xizmeta tenduristiyê, mafekî ji dayikbûnê ve hatiye bi destxistin, divê bi têgîna edaleta civakî, wekhev, di civakê de li herkesî were parvekirin.Di heman demê de, li goreyî vê belavokê, binpêkirina mafên mirovan weke sucdariyê tê nirxandin. Li şûna ku dewlet, ji bo jiyanek ji mafên mirovan ra rêzdar û aram misoger bike, berovajî, dewletên mijokdar û dagirker, li erdnîgariya Kurdan mafên mirovan xistine bin piyan. Zerar û ziyana mezin dane eko-sistema erdnîgariya delal a welatê me, gelek gund û daristan şewitandin e, cih û war hatine xera kirin, asarên çand-dîrokî û zeviyên hêja yên bi xêr û bêr, bi projeyên bendavan xistin binê avê. Bermayiyên jahrî li Kurdistanê çal dikin. Evan kiryariyên dewletan, giha û dar û hewaya erdnigariya Kurdistanê jî guherandiye, buye sedemê bêhemahengiyê. Ev jî, yekser tenduristiya gelê me xera dike.

Peywirên bingehîn ên projeyê: Armanca vê projeyê; ji kesên ku xizmeta tendirûstîyêde bê par mane re kirina alîkariya tendirûstiyê ye. Di çarçoveya vê proje de, sazîya me li herêmên şer an jî herêmên xîzan de nexweşxaneyan ava dikin. Her wiha dermanan, ambulansan, cîhazên medîkal peyda dikin û mesrefên tedawî yên kesên hêjar didê.

* Hûn dikarin alîkariyên di salên derbasbûyî de hatine kirin, li ser broşûrê me bixwînin.

4- PROJEYA ALÎKARÎYA LEZGÎN

 Ev proje ji bo kesên ji ber şer, bûyerên xwezayî û rewşên awarte mexdûr dibin, tê birêve birin. Di çarçoveya vê projeyê de pêdivîyên jiyanî wek xwarîn,derman, kinc û hwd. ên kesên mexdûr tê bicîhanin. Her wiha jı koçberan kamp û stargeh tên avakirin.

* Hûn dikarin alîkariyên di salên derbasbûyî de hatine kirin, li ser broşûrê me bixwînin.